PKKê serokê navçeya Qulpê yê AKP revand
Li Amedê, li navçeya Qulpê, serokê navçeya AKPê Veysel Çelîk, ku çûbû Mûşê, ji vegerê li ser rêya Amedê, ji aliyên gerîlayên PKKê ve di qontrolkirina rê de hate desteserkirin. Gorî agahhdayina govanekî ku bûyer dîtiye, PKKê 2 saeta rê birîye û wesaîtên hatin û çûyinê qontrol kirine û pane ku serokê navçeya Qulpê yê AKPê Veysel Çelîk were. Gerîlayên PKKê gotine ku, "em soz didin ku tiştekî ji we nakin. Çend rojan tu yê bibî mêvanê me, em ê dûra te berdin."
Hîn di destên PKKê de, qeymeqamek, 3 leşker û polîsek heye.
Avestakurd
