Demîrtaş: Destê AKPê di êrişa li dijî Tatlises de heye
Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş, ligel parlamenter Îbrahîm Binici û Nursel Aydogan serdana Rihayê kir û ji aliyê BDPyiyan ve hat pêşwazîkirin. Demîrtaş li ser pirsên rojnamevanan, operasyonên heftiya borî yê di bi navê KCKê de li Rihayê hatine kirin ku 22 kes hatibûn girtin nirxand û got: “Di nava 3 salên dawiyê de li Rihayê, di nava wan parlamenterê hilbijartî Îbrahîm Ayhan jî heye, gelek rêveberên partiya me hatine girtin. Polîsan li Rihayê bi armanca girtina BDPyiyan, grûbek avakirine.”
Demîrtaş diyar kir ku xwestin êrişa li dijî hunermend Îbrahîm Tatlises bi wan ve bidin girêdan, lê destê AKPê di wê êrişê de heye û wiha got: “Hûn bûyera ewladekî bi nirx ê Rihayê Îbrahîm Tatlises dizanin. Bi israr xwestin bûyera li dijî wî, bi BDPê ve girêbidin. Lê wê rojê hevalê me yê BDPî derbarê wê bûyerê de hatî girtin, niha ne li girtîgehê ye, hatiye berdan û bê sûc hatiye dîtin. Tenê BDPiyiyek bi êrişa li dijî Tatlises girtî nîne. Bi giştî çeteyê bûyera li dijî Îbrahîm Tatlises kir û qasî ji wê dosyeyê tê fêmkirin çeteya ku ew sûîkast amadekirî û kirî, ji ber sûîkastê berî du mehan tê teqîbkirin û telefonên wî dihat guhdarkirin. Ew çete, pêngav bi pêngav dihat şopandin. Tevî hatiye zanîn ku Tatlises di nava armanca wê sûîkastê de ye, mûdaxele nehatiye kirin. Piştî êrişê, nû tê girtin. Dema îfadeya wê çeteyê tê girtin, Şubeya Tekoşîna li dijî Terorê dest davêje wê dosyeyê û wê dosyeyê bi BDPê ve girê dide. Hevalekî me yê endamê meclisa partiyê digrin, bi vê dosyeyê ve girê didin û xwestin mejiyê gelê Rihayê tevlîhev bikin. Berî hilbijartinê ev tişt çêbû, niha jî di dema dadgehkirinê de tê fêmkirin ku ti peywendiya BDPê bi bûyerê ve nîne, hemû ji aliyê çeteyekê ve hatiye kirin û wê çeteyê ev sûîkast kiriye. Herwiha derdikeve holê ku destê îxtidara AKPê di sûîkasta li dijî Tatlises de heye."
Rudaw
