• Friday, 06 February 2026
logo

Yawer: Divê çekên pêşmerge jî wek yên artêşa Iraqê bin

Yawer: Divê çekên pêşmerge jî wek yên artêşa Iraqê bin
Gotyarê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer, diyar kir, li gorî rêketinên ku ji aliyê serokwezîrê Iraqê ve jî hatiye îmzekirin, divê çekên di destê artêşa Iraqê de heye bo hêzên pêşmerge jî bê dayîn.

Cebar Yawer, îro li bajarê Hewlêrê, di civîneke çapemeniyê de diyar kir, li gorî qanûna Iraqê, Herêma Kurdistan û her herêmek din ku li Iraqê pêk bê, dikare hêzên xwe yên polîs, asayiş û pasewanên sînor hebe û ev hemû hêz jî beşek ji artêşa Iraqê ne lewre divê bûdceya hêzên pêşmerge jî ji bûdceya giştî ya artêşê bê dayîn, ji ber ku ev yek mafê me ye.

Yawer, got, li gorî qanûna bûdceya Iraqê, ji ber ku hêzên pêşmerge beşek ji hêzên parastina welêt e divê mûçe û pêdawîstiyên çekdarkirina pêşmerge ji aliyê hikûmeta navendî ve bê dabînkirin lê heta niha qanûna han nehatiye cîbicîkirin û ev 6 sal e zêdetirî 36 trîlyon dînar (nêzîkî 3 milyar dolar) bo wezareta parastina Iraqê hatiye terxankirin lê ji vê bûdceyê tiştek nedane wezareta pêşmerge.

Gotyarê wezareta pêşmerge, got, hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê beşek ji sîstema parastina Iraqê ye û bûdceya wê jî li ser hikûmeta federal a Iraqê ye û wiha domand:

“Li gorî rêketinên ku serokwezîr Nûrî Malikî bi xwe jî îmza kiriye, divê çekên ku di destê artêşa Iraqê de ne di destê hêzên pêşmerge de jî bin. Her wiha Herêma Kurdistanê dikare hikûmeta Bexdayê agahdar bike û li derve çekan bikire lê hikûmeta Iraqê rê nade herêmê vê yekê bike.”

AKnews
Top