Serokê komîsyona hilbijartinên Iraqê: Ez bi vê rewşê nikarim kar bikim
Ferec Heyderî, ji AKnewsê re got, tu kes piştevaniyê li me nake û her carê bi hêcet û şêwazekî me bangî dadgehê dikin.
Heyderî, diyar kir, ez nikarim li hember van zext û nêzîkbûnan berxwe bidim û bersiva wan bidim, ne tenê ez endamên genc yên komîsyonê jî nikarin derheqê zextên wiha de werin ji ber wê jî em niha tenê li bendê ne ka dê çi bibe.
Serokê komîsyona hilbijartinan, wiha domand, “Heke ev rewş bidome ne ez û ne jî endamên din ên komîsyonê nikarin kar bikin û dê neçar bin dest ji kar berdin.”
Ferec Heyderî, li bara vê yekê de ku heke dest ji kar berde, kê dê cihê wî bigire, got, em hemû dixazin vê gavê arîşe bên çareserkirin lê em li benda bidawîbûna 3 mehên ku parlamentoya Iraqê daye komîsyonê, ne. Bi giştî em nikarin di rewşeke wiha de kar bikin.
Serokê komîsyona bilid a hilbijartinên Iraqê, Ferec Heyderî, di heyama 2 salên borî de, ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatiye bangkirin û çend caran bi gendeliyê hatiye tohmetbarkirin. Heyderî, meha borî çend rojan jî hat girtin.
Endamekî komîsyona hilbijartinan jî, ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji AKnewsê re got, heke Ferec Heyderî dest ji kar berde dibe ku hemû endamên komîsyonê dest ji kar berdin.
AKnews
