• Friday, 06 February 2026
logo

Celal Talebanî Persenameyek Pêşkêşî Serok Barzanî Kir

Celal Talebanî Persenameyek Pêşkêşî Serok Barzanî Kir
Bi minasebeta koçbar bûna Şêx Muhemed Sidêq Barzanî Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî persenameyek pêşkêşî birêz Serok Barzanî kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Serokê Kurdistanê birêz Cenabê Serok Mesûd Barzanî

Mixabin nûçeya koçbar bûna kor mamê we rehmetî Kak Şêx Ebdulah Barzanî gehêşte me, lewre ji dil perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbeta nav hatî dikim û ez jî hevparê xemê we me.

Ji xwedê mezin daxwaz dikim ku, canê rehmetî kek Şêx Ebdulah bi ceneta xwe şa bike û sebir û sebûrî jî pêşkêşî weyên birêz û malbeta rehemtî bike û hêvî dikim ev nexweşiya we ya dawîn be û xwedê mezin we ji her astengiyekî biparêze, careke din hun bo xwe xweş bin selamet û tendirost û serfiraz bin.

Birayê we Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî

14.5.2012

Kurdistantv
Top