Celal Talebanî Persenameyek Pêşkêşî Serok Barzanî Kir
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Serokê Kurdistanê birêz Cenabê Serok Mesûd Barzanî
Mixabin nûçeya koçbar bûna kor mamê we rehmetî Kak Şêx Ebdulah Barzanî gehêşte me, lewre ji dil perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbeta nav hatî dikim û ez jî hevparê xemê we me.
Ji xwedê mezin daxwaz dikim ku, canê rehmetî kek Şêx Ebdulah bi ceneta xwe şa bike û sebir û sebûrî jî pêşkêşî weyên birêz û malbeta rehemtî bike û hêvî dikim ev nexweşiya we ya dawîn be û xwedê mezin we ji her astengiyekî biparêze, careke din hun bo xwe xweş bin selamet û tendirost û serfiraz bin.
Birayê we Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî
14.5.2012
Kurdistantv
