• Friday, 06 February 2026
logo

Bi Amadebûna Serok Barzanî Perseya Şêx Ebdulah Barzanî Bi Rêve Çû

Bi Amadebûna Serok Barzanî  Perseya Şêx Ebdulah Barzanî Bi Rêve Çû
Duh bi amade bûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û Malbeta Barzan û herwiha kesûkarên xwedê jê razî Nunerê Serok Barzanî li Devera Barzan Şêx Ebdulah Barzanî yekemîn roja perseya nav hatî li Gundê Dorê birêve çû.

Di yekemîn roja perseyê de hijmareke zêde ji welatiyên Kurdistanê, Berpirsên siyasî, îdarî û civakî yên Kurdistanê û kesatiyên olî û Parlementerên Parlementoya Kurdistanê û Parlementoya Îraqê beşdar bûn.

Tê zanîn ku, rehemtî Şêx Ebdulah Barzanî Nunerê Serok Barzanî bû li Devera Barzanê bi taybetî li ser Mezara Nemiran û duhê jiber nexweşiyeke anî canê xwe ji dest da û çû ber dilovaniya xwedê mezin.

Kurdistan
Top