Bi fermî wezareta navxwe yekgirt
Di preskonfrensê de ku, Kerîm Şingarî wezîrê navxwe û Celal Kerîm cîgirê wezîrê mavxwe amadebûn, Îmad Ehmed got ku, her du îdareyên wezareta navxwe di warê leşkerî, îdarî û darayî yekdigirin:
- Îro (duhî) em radigehînin ku, bi awayekî fermî wezareta navxwe yekgirt û tu sîmayên duîdareyîyê li ser wezaretê namîne.
- Ji nuha û pêde navê polîsê wezaretê dê bibe Polîsê Amade û hemûyan dê yek uniform hebe û li gor berjewendiya karmendên wezaretê dê meaşê hemû karmendên ser bi wezaretê ve wek hev be.
Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê got ku, dê ji nûve her du kolêjên polîsan a Hewlêr û Silêmaniyê bên rêxistinkirin û kolêja Hewlêrê dê bibe Amadeyîya Pêgehandinê û ya Silêmaniyî jî dê bibe kolêja polîsan.
- Her di çarçoveyê yekgirtina wezareta navxwe dê çend qaymeqam di navbera Hewlêr , Silêmanî û Duhokê de li hev bên guhertin. Ev jî dê di nava yek mehêde ji aliyê wezareta navxwe ve bê cîbicî kirin.
Weke tê zanîn di roja 8ê nîsana borî de, kabîneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê di yekem civîna xwe de biryar dabû ku di nava 45 rojan de her du îdareyên wezareta darayî û yên wezareta navxwe yekbigirin, ji bo yekirina wezareta pêşmerge jî Mesûd Barzanî kar li ser dike, ji ber ku ew fermandarê giştiyê hêza pêşmergeyê herêma Kurdistanê ye.
