Felah Mistefa digel heyeteke NY civiya
Di hevdîtinekê de cîgirê mabûsê sekreterl NY bo karûbarên Îraqê behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku ew ji bo şopandina encamên serdana vê dawiyê ya Martin Kopler nênerê taybetiyê sekreterê NY bo karûbarên Îraqê hatine herêma Kurdistanê û ew dixwazin helwestê tevaya aliyên siyasyên Kurdistanê û Îraqê li hember arîşeyên hene bizanin.
Heyeta mêvan îşaret bi aramî, îstîqrar û geşepêdana herêma Kurdistanê jî kir.
Felah Mistefa kar û xebatên rêxistinên NY li herêma Kurdistanê û Îraqê bilind nirxandin û got ku, NY di destpêkê de beşdarî di prosesasa siyasiya Îraqê de kriye û di vê qonaxê jê de ew dikarin zêdetir rola xwe bilîzin:
- Prosesa siyasî li Îraqê ber bi aqarekê şaş diçe û rîşeyên hene zêdetir kûr dibin. Serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê dixwaze li gor hevhatin û li ser esasê destûra Îraqê hemû arîşe çareser bibin.
Her du aliyan behsa rola serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê di binyatdanana Îraq nû de, aramkirina rewşê, pêşxistina prosesa demokrasiyê li Îraqê û herêma Kurdistanê, kir.
Cîgirê mabûsê sekreterê giştiyê NY bo karûbarên Îraqê rola fermangeha têkeliyên derve di gehandina peyama herêma Kurdistanê bi awayekî zelal û hevkarî û hevahengiya wan digeê ofîsa NY li Hewlêrê, bilind nirxand.
