• Friday, 06 February 2026
logo

Li Sûriyê şer dijwar dibe: 23 leşkerên rejîmê hatin kuştin!

Li Sûriyê şer dijwar dibe: 23 leşkerên rejîmê hatin kuştin!
Îro (14/5/2012) li demjmêrên sibehê pevçûnên dijwar di navbera leşkerên rejîmê û hêzên çekdar yên muxalefeta Sûriyê çêbûn.

Hat zanîn, îro li Ristin ya bajarê Himûsê pevçûnên dijwar di navbera leşkerên rejîmê û komeke leşkerên ji artêşa Sûriyê veqetiyayîn de çêbû. Li gor Rêxistina Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihandî, di van pevçûnan de herî kêm 23'ê leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Her weha hate gotin ku 3'ê tirimbêlên mezin yên veguhastinê ên rejîmê hatine şewitandin û 2 jê kirine dest û leşkerekî rejîmê jî dîl hatiye girtin ji aliyê leşkerên veqetiyayî ve. Hate gotin ku, heta vê kêliyê pevçûn didomin.

Avestakurd
Top