"Malikî xwest di navbera PDK û YNKê de pirsgirêkan dirûst bike"
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hûsên di hevpeyvînek ligel Rûdawê de derbarê yê cihê Malikî bigre ku hinek balê dikişînin ser wê yekê Îbrahîm Cafer be, got: “Di dawiyê de wê Hevpeymaniya Nîştîmanî bi xwe biryarê bide ku kî be. Ger bi Îbrahîm Caferî razîbibin, ez bawer nakim kurd li dij derbikevin.”
Di heman çarçoveyê de nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Bexda Dr. Mihemed Îhsan ji Rûdawê re got: “Hevpeymaniya Nîştîmanî ji reforman bê hêvî bûne û li alternatîfeke din digerin.”
Hemû alî balê dikişînin ser wê yekê ku şansê mana Nûrî Malikî ya di postê serokwezîrtiyê de lewaz e. Fûad Hûsên di hevpeyvîna ligel Rûdawê de diyar kir ku nameyek di civîna pênc alî ya Hewlêrê (28ê Nîsanê) de hat îmzekirin û ji aliyê nûnerekî Muqteda Sedir ve pêşkêşî Malikî hat kirin. Ev peyamek bû, “Yan divê Malikî sîstema xwe biguherîne yan jî wê bi xwe bê guhertin. Herdu pêngav jî wê di çarçoveya lîstoka demokrasiyê de bên avêtin. Lê çima nerazîbûna Malikî li beramberî wê nameyê pir dijwar bû, diyare napejirîne. Madem napejirîne, tê wê wateyê tiştên di wê nameyê de hatine nivîsandin, pêwîste bên cîbicîkirin.” Hûsên bilêv kir ku pêwîstiya vê yekê bi civînekî nû heye, di derbarê vê yekê de jî peywendiyên navbera serkirdeyên Iraqî û Kurdistanî de berdewam in.
Fûad Hûsên derbarê gelo Serokê Herêma Kurdistanê gihiştiye wê baweriyê ku êdî kar ligel Malikî nayê kirin, got: “Bi dîtina min Barzanî gihiştiye wê qonaxê.” Hûsên diyar kir ku serokkomarê Iraqê Celal Talabanî di helwestên xwe yên di vê derbarê de ligel Barzanî ne cûda ne û civîna pênc alî jî li polîtboruyê bi serpereştiya Talabanî hat sazkirin.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku yek ji armancên hatina bo Kerkûkê, ev bû: “Dixwest di navbera PDK û YNKê de pirsgirêkê dirûst bike. Ji ber Malikî di wê baweriyê de bû wê wezîrên YNKê beşdarî civînê bibin û yên PDKê jî naçin. Lê ne wezîrên PDKê, ne yên YNKê û ne jî yên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê beşdar nebûn.”
Di vê derbarê de endamê serkirdayetiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ferîd Eseserd jî di derbarê hebûna nakokiyên navbera YNK û PDKê de got: “Divê em li ser wê yekê mikur bên ku cûdahiyek zêde di dîtina PDK û YNKê de hebû, lê di van rojên dawiyê de dîtinên herdu aliyan nêzî hev bûne. Ji ber ku di van şert û mercan de çênabe her yek ji wan xwediyê dîtinekê be.”
Rudaw
