• Friday, 06 February 2026
logo

Ehmed Herîrî: Em Piştgîriya Biryarên Gelê Kurd Dikin

Ehmed Herîrî: Em Piştgîriya Biryarên Gelê Kurd Dikin
Duh li Selahedînê Sekreterê partiya Teyarulmusteqbel ya Libnanê Ehmed Herîrî di presskonferansekî de armanc û encamên serdana xwe bo Kurdistanê rave kir û ragihand ku, armanc ji vê serdana han agehdar bûn ji rewşa siyasî, abûrî û civakî ya Kurdistanê bû.

Nav hatî diyar kir ku, ev çend rojin li Kurdistanê dene û çendîn hevdîtin bi Rayedar û Berpirsên Kurdistanê re pêk anîne û tevahiya ev hevdîtinên han jî gelek erênî û serkeftî bûne.

Herîrî di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa vê yekê jî kir ku, bi partiya demokrata Kurdistanê re peymanek bo kar kirina hevbeş îmze kirine û vê bi hevre çendîn projeyên hevbeş cîhbicîh bikin.

Herîrî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku, di dema destpê kirina Buhara Erebî de me piştgîriya biryarên Gelên Ereb kiriye û di derbarê diyar kirina mafê çarenûsê jî ji aliyê Gelê Kurd ve vê emê bi her awayî piştgîriya biryarên Gelê Kurd bikin.


Kurdistantv
Top