• Friday, 06 February 2026
logo

Şêx Ebdulah Barzanî Koçbar Bû

Şêx Ebdulah Barzanî Koçbar Bû
Duh Nunerê Serok Mesûd Barzanî yê li Devera Barzanê rehmetî Şêx Ebdulah Barzanî koça dawî kir û çûr ber dilovaniya Yezdanê mezin.

Rehmetî Şêx Ebdulah Muhemed Sidêq Şêx Muhemed Barzanî di sala 1945an de tevî Barzaniyê Nemir çûye Mehabad û beşdariya Komara Kurdistanê ya li Mehabadê kiriye û pişt re jî beşdariya her du Şoreşên Eylûl û Gulanê jî kiriye.

Di sala 1947an de bo Başûrê Îraqê hatiye weguhastin.

Hêjayê gotinêye ku, rehmetî kor mamê Serok Barzaniye û Sibê jî yekemîn roja perseya rehmetî li Gundê Dorê ya li Barzanê ye.

Kurdistantv
Top