• Friday, 06 February 2026
logo

PYD: Xweseriya Demokratîk çareseriya herî guncaw e

PYD: Xweseriya Demokratîk çareseriya herî guncaw e
Endamekî Hemahengiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) derbarê çareserkirina doza kurd li Sûriyê got ku federalî bi rewşa gelê kurd li Sûriyê re nagunce û Xweseriya Demokratîk çareseriya herî guncaw e.

Li gor ajansa kurdê Sûriyê Mîdyanews ê, Endamê Hemahengiya PYDê nivîskar Hisên Çawîş got, “Projeya PYDê ya birêvebirina xweser ji gelê kurd re li Sûriyê ya herî guncaw e, çunku doza gelê kurd girêdayî demokrasiyê ye û ev proje derbirîna rast ya demokrasiyê ye.”

Çawîş derbarê Dadgehên Gel de ku ji aliyê PYDê ve hatine damezrandin got, “Evan dadgehan tenê li bajarê Qamişlo karîbû di nav 3 mehan de 70 doz û giliyan çareser bike.”

Herwiha Çawîş sebaret Xweseriya Demokratîk de jî got, “Gelê kurd amade ye bi xwe xwe birêve bibe, çi astengî û kêşe li pêş vê projeyê nînin çunku em behsa sînorên siyasî nakin, lê ew tenê di nav civakê de ye.”

Çawîş got ku federalî bi rewşa gelê kurd li Sûriyê re nagunce, çunku federalî tê wateya parvekirina desthilatê û li dawiyê Xweseriya Demokratîk hemû desthilatan red dike.”

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ku alîgirê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ye, li hemû deverên kurdên Sûriyê li ser erdê xwe bi rêxistin dike û di vî warî de di dema borî de gelek sazî, navend û dezgeh di nav gel de vekirine weku amadekariyek bo rêvebirina xwe bi xwe.

Kurdên Sûriyê ku hejmara wan ji 3 milyonan zêdetir e. Ji aliyê cografîk ve, li 3 herêman belav in, Efrîn û Cizîr, Kobanê, her wiha li her du bajarên mezin Şam û Helebê hejmareke berçav a kurdan niştecî bûne.

AKnews
Top