• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê Damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdar Sekreter û Endamên Sekreteriyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê

Silav û rêz

Ji bo 50 saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, pir bi dil pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we û hemû mamostayên Kurdistanê dikim ku li hemû pêvajoyek de piştgîriyê li doza rewaya gelê me kirine.

Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê li karwana pir serweriya xwe da rolekî girîng û bi bandor li tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê da dîtiye. Mamosta neku her perwerdekar bûn, belku li rêza pêşiya xebat de têkoşer jî bûn, û bi navê azadiya gelê xwe jî dehan şehîdên nemir bexşîne Kurdistanê. Eger dilsoziya wan mamostayên birêz û delal nebûya zehmet bû hestên Kurdayetiyê li nav xwendekar û xwendingehan de pêş bikevê. Ji bo wê yekê hem dîroka wan ya li çiya û hem jî dîroka piştî raperîna mezina gelê Kurdistanê dîrokeke pir şanaziye û li pêvajoya sext û dijwar da serê xwe yê bilind ji bo mûçe û maaş nizm nekir û nehiştin xwendin rawestê û zarokên Kurdistanê ji pêşketinan paş bikevê û bi vê yekê jî Kurdistanekî avadan û azad hate pêkanîn.

Îro erkekî mezin û girantir li ser şanê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ye, ji bilî xebata pîşeyî, demokrasî, xebata wan ya bi navê mafên mamosta û guherîna warên dinê sîstema xwendinê û xwe guncandina li gel guhertinên hemdem bo ku nifşekî tendirust berhem bê û pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlek ji bo dabînkirina xweşguzeranî û pêşkêşkirina xizmetên zêdetir û baştir bi mamostayan û tevgera perwerde û fêrkirinê bide.

Dûbare 50 saliya damezrandina we pîroz bê û her şad bin.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14/05/2012
Top