• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Tevgera Musteqbela Lubnanî kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Tevgera Musteqbela Lubnanî kir
duh yekşem 13/05/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî Tevgera Musteqbela Lubnanî ya bi Serokayetiya Şêx Ehmed Herîrî kir.

Di hevdîtinê de, Şêx Ehmed Herîrî Sekreterê Giştiya Tevgerê ji bilî xweşhalî derbirîna vê hevdîtinê de û serdana şandê ya Herêma Kurdistanê, spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kir li rexsandina keşeyekî birayane û dostane ku bi vê sedemê karîn asta pêwendiyên di navbera Lubnan û Herêma Kurdistanê pêşveçûna zêdetir bi xwe ve bibînê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî vê serdana şanda Tevgera Musteqbela Lubnanî bi hengavekî baş zanî û balkişand li ser pêwendiya dîrokiya di navbera Lubnan û Herêma Kurdistanê û behsa rola serkirdeya xwedê jêrazî Refîq Herîrî ya dayîna regeznameyên Lubnanî bi Kurdên Lubnanê kir û ragihand ku ev rola xwedê jêrazî bi tu awayekî nayê ji bîr kirin.

Serok Barzanî li beşekî dinê hevdîtinê de balkişand li ser nehametiyên gelê Kurdistanê ku li ser destê rejîmên yek li dawiya yekên Iraqê kir û vê pêvajoya avadaniya ku hemû warên Herêma Kurdistanê girtiye û tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê niha pêgehekî xwe ya girîng heye bi taybetî li warê veberhênan û sedan kompanyayên mezin li kêbirkêdane ji bo beşdarîkirina vê pêvajoyê û daxwaz kir ku kompanyayên Lubnaniyan jî beşdariyeke zêdetir li wî warî da bikin. Li vî warî de yek ji karsazên beşdarê hevdîtinê û nîştecihê Kurdistanê spasiya Hikûmet û gelê Kurdistanê kir bo wan karasanî û hevkariyên ku pêşkêşî kompanyayên Lubnaniyan dikin.
Top