• Friday, 06 February 2026
logo

Cîgirê Serokê Hikumetê: Bûdceyek taybet jibo Germiyanê terxan dikîn

Cîgirê Serokê Hikumetê: Bûdceyek taybet jibo Germiyanê terxan dikîn
Duh, Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Îmad Ehmed, serdana devera Germiyanê ya Herêma Kurdistanê kir û piştî civîna digel berpirsên wê deverê, civîneke çapemeniyê saz kir.

Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Îmad Ehmed, diyar kir, bûdceyek taybet bo devera Germiyan dê bê terxankirin. Ehmed, got, bo têkiliyên Hewlêr û Bexdayê jî dê lêjneyek pêk bê.

Herweha Ehmed, diyar kir, mebest ji serdana me bo deverê, şopandina karûbarên sazî û dezgehên hikûmetê yên vê deverê ye.

Cîgirê serokê Hikumetê, got, îro avahiya îdareya pasporta Germiyanê dê bê vekirin ku ji aliyê kabîneya 5em û 6em a hikûmeta herêmê ve hatibû çêkirin, her wiha dê guh bidin gilî û gazindeyên rêvebirî û karmendên vê deverê.
Îmad Ehmed, di bersiva pirsa AKnewsê ya terxankirina bûdce bo devera Germiyan de, got, her çawa li kabîneya 5em a hikûmetê de bûdceyek taybet bo Germiyanê hatibû dayîn dê dîsa bûdceyek taybet bo deverê bê terxankirin.

Ehmed, li bara têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê de jî got, bo vê yekê dê lêjneyek bo gotûbêja digel Bexdayê pêk bê û wiha axivî, “Yên dixazin sîstema Beis cî bi cî bikin bila bizanin emê nehêlin ji ber ku ew heyama çû.”
Top