Cîgirê Serokê Hikumetê: Bûdceyek taybet jibo Germiyanê terxan dikîn
Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Îmad Ehmed, diyar kir, bûdceyek taybet bo devera Germiyan dê bê terxankirin. Ehmed, got, bo têkiliyên Hewlêr û Bexdayê jî dê lêjneyek pêk bê.
Herweha Ehmed, diyar kir, mebest ji serdana me bo deverê, şopandina karûbarên sazî û dezgehên hikûmetê yên vê deverê ye.
Cîgirê serokê Hikumetê, got, îro avahiya îdareya pasporta Germiyanê dê bê vekirin ku ji aliyê kabîneya 5em û 6em a hikûmeta herêmê ve hatibû çêkirin, her wiha dê guh bidin gilî û gazindeyên rêvebirî û karmendên vê deverê.
Îmad Ehmed, di bersiva pirsa AKnewsê ya terxankirina bûdce bo devera Germiyan de, got, her çawa li kabîneya 5em a hikûmetê de bûdceyek taybet bo Germiyanê hatibû dayîn dê dîsa bûdceyek taybet bo deverê bê terxankirin.
Ehmed, li bara têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê de jî got, bo vê yekê dê lêjneyek bo gotûbêja digel Bexdayê pêk bê û wiha axivî, “Yên dixazin sîstema Beis cî bi cî bikin bila bizanin emê nehêlin ji ber ku ew heyama çû.”
