• Friday, 06 February 2026
logo

Nêzîkî 3 hezar welatiyên kurd ji Sûriya reviyane herêmê

Nêzîkî 3 hezar welatiyên kurd ji Sûriya reviyane herêmê
Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê ragihand ku heta niha bêtirî 28 hezar malbatên iraqî ji Sûriya vegeriyane Iraqê û nêzîkî 3 hezar welatiyên kurd jî ji Sûriya reviyane Herêma Kurdistanê.

Dîndar Doskî ji AKnewsê re daxuyand ku heta niha her roj bi awayekî berdewam, ji ber xirabiya rewşa Sûriya, welatiyên iraqî vedigerine Iraqê.

Doskî ronî kir ku ji dema ku rewşa wî welatî aloz bûye û het niha, bêtirî 28 malbatên iraqî vegeriyane Iraqê, lê bi hezaran welatî jî vegeriyane û navê xwe li ba ofîsên wezaretê tomar nekirine.

Ji bal xwe ve, birêveberê fermangeha koç û koçberan a bi ser Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Şakir Yasîn aşkere kir ku heta niha nêzîkî 3 hezar welatiyê kurd ji Sûriya reviyane herêmê û li kampa Domîz li parêzgeha Duhokê dijîn.

AKnews
Top