• Friday, 06 February 2026
logo

Ji ber nakokiyên nav komîsyonê hilbijartinên parêzgehan dê dereng bikeve

Ji ber nakokiyên nav komîsyonê hilbijartinên parêzgehan dê dereng bikeve
Jêderekî ji komîsyona bilind a hilbijartinên Iraqê, ragihand, ji ber arîşe û nakokiyên nav komîsyonê amadekariyên hilbijartinên parêzgehên Herêma Kurdistanê dê dereng bikeve.

Jêderekî ji komîsyona hilbijartinên Iraqê, îro ragihand, ji ber hinek arîşe û nakokiyên nav komîsyonê, pêşniyar hatiye kirin hilbijartinên parêzgehên Herêma Kurdistanê 2 mehan bê paşxistin.

Ji aliyekî din, berpirsê desteya bilind a hilbijartinên Herêma Kurdistanê, Elî Qadir got, ji ber nakokiyên nav komîsyona hilbijartinên Iraqê, amadekariyên hilbijartinên parêzgehên herêmê ketiye tengaviyê.

Qadir, diyar kir, biryar bû 6 vê mehê navên partî û lîsteyên siyasî yên beşdarî hilbijartinan dikin, bihata nivîsandin lê ev yek bo 20 vê mehê hat paşxistin, her wiha diviya 20 vê mehê navên dengderan bê tomarkirin lê ev kar jî bo Tîrmehê hat paşxistin.

Endamê komîsyona hilbijartinên Iraqê, Serdar Kerîm got, me hinek pêşniyar pêşkêşî hikûmeta herêmê kiriye û em niha li benda bersiva hikûmetê ne.

Kerîm, agahiyên zêde li bara pêşniyaran de neda.

AKnews
Top