Talibanî, Malikî Û Noceyifî Civiyan
Di civîna han de her sê alî di derbarê rewşa heyî ya li Îraqê û kêşeyên heyî yên li berdem prosesa siyasiya welat de giftûgo kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste kêşeyên heyî yên li Îraqê werin çareserkirin.
Her di heman civînê de Serokkomarê Îraqê ev yek diyar kir ku, pêwîste tevahiya aliyên siyasî yên welat girêdayî bi destûra bingehîn ya Îraq û peymanên îmzekirî yên di navbera liyên siyasî yên Îraqê de bin daku, bi vê awayî kêşeyên heyî li gorî çarçoweya destûra bingehîn de werin çareserkirin.
