Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Çandiniya Iraqa Federal kir
Li hevdîtinê de, rewşa çandinê li Iraqa Federal bi giştî hate nirxandin û her du alî tekez li ser pêwîstiya pêşxistina wî warî ya bi birêvebirina siyasetekî çandinê kirin ku her qonaxekî temamkerê qonaxê berê xwe bê û li vî warî de Wezîrê Çandiniya Iraqa Federal palpiştiya xwe ji bo pêşxistina kerta çandinê li Herêma Kurdistanê ya bi hemahengiya Wezareta Çandiniya Herêmê da dûpatkir.
Li mijareke dinê hevdîtinê de her du alî sebaret bi rewşa nearamiya siyasiya Iraqê danustandina dîtin û nêrînên xwe kirin.
