• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Lîsta El Iraqiye kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Lîsta El Iraqiye kir
Îro şemî 12/05/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî Lîsta El Iraqiye ya bi Serokayetiya birêz Rafi Îsawî Wezîrê Darayiya Iraqa Federal û endamiya her yek ji birêz Selman El Cumeylî Serokê Kutleya Iraqiye û Dr. Cabir El Cabirî Endamê Encumena Nûnerên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, di derbarê asta pêşhatên siyasî û meseleyên nakokiyên di navbera aliyê siyasiyên Iraqê li gel wan hewlên ku ji bo çareserkirinê têne avêtin û nêrîna wan aliyan ya sebaret bi wê tengasiya ku dûçarî pêvajoya siyasiya Iraqê bûye guftûgokirin.

Her wiha di derbarê rewşa wan navçeyên ku nakokî li ser de danustandina bîr û ramanan kirin û li vî warî de şanda Lîsta Iraqiye tekez li yekgirtiya lîsteya xwe ya sebaret bi wan meseleyên Iraqiyan ku cihê nakokiyê ne kirin.

Birêz Rafi Îsawî piştevaniya lîsteya xwe ji bo helwestên Serok Barzanî dûpatkir û ragihand ku Serok Barzanî neku tenê serkirdeyê doza Kurde belku serkirdeyekî diyarê Iraqêye jî, ji bo wê yekê Lîsta Iraqiye piştevaniyekî reha li hemû hewlên wî yê bi navê derbasbûna ji wê tengasiyê dike.
Top