Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî tumetên hin berpirsên Komara Îslamî ya Îranê derbarê hebuna Îsraîlê li Herêma Kurdistanê ret dike
Îro hikûmeta Herêma Kurdistanê di beyannameyekê de ku wêneyek jê şandiye ji malpera Xendan re ragihandiye ku, demeke ku hejmarek berpirsên Komara Îslamî ya Îranê daxuyaniyên cûr bi cûr yên bê bingeh derbarê ku Herêma Kurdistanê bûye bingeha perwerdekirin û cihê sîxûrên dezgeha istixbarata Israîlê dane.
Di beyannameyê behsa wê yekê hatiye kirin ku,ev ne cara yekê ye ku berpirsên Komara Îsalamî a Îranê bê belge behsa hebûna Israîlyan li Herêma Kurdistanê dikin,ji ber vê çendê êdî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare li hemberî wan tometan bê deng bimîne,ji ber vê çendê em ji bo raya giştî tekez dikin ku, hebûna bargehên Israîlî li Herêma Kurdistanê ji rastiyan dûr e û em tevaya van tometan bi tundî red dikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beyannameyê de dibêje ku, em piştrastin ku berpirsên Komara Îsalmî yên Îranê bi xwe jî dizanin ku, ew daxuyanî hemû ji rastiyan dûr in, çimkî di civîna berpirsên pile bilind ya di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamî a Îranê de me daxwaz kir ku belgeyên xwe di wê derbarê de pêşkêş bikin, lê ew heya niha nikarin belgeyan pêkêş bikin û gotinên xwe biselmînin.
Tekezî li ser wê hatiye kirin ku,Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabende bi yasayên navdewletî û binemayê diplomatîk, ji ber vê çendê em dixwazin ku peywendiyên me li ser bingehê berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina du alî be.
Di beyannameyê de hatiye diyar kirin ku, Herêma Kurdistanê xwediyê siyasetek dirust e ji bo geşepêdana peywendiyên digel welatê hevsî û rêzê li yasayên navdewletî digre, û razî nabe ku axa Herêma Kurdistanê ji bo dijayetîkirina welatên hevsî bê bi kar anîn, hevdem em naxwazin tu aliyek destêwerdanê di nav karûbarên aliyê din de jî bike.
Di beyannameyê de hatiye gotin ku, ew cûrên daxuyaniyên berpirsên Îranê tu xizmetekî ji bo peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamî a Îranê nake.
Ew dixwazin di hewlek a têkder de Herêma Kurdistanê bikin qurbaniyê hevrikiya navbera Komara Îslamî a Îran û Israîlê, lê em naxwazin qet bibin beşek ji van arîşe û hevrikiyan.
Di berdewamiya beyannameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ew daxwaz ji wezareta derve a Îraqê dikin ku, daxwaza belgeyan ji berpirsên Îranê derbarê hebûna Israîliyan li Herêmê bikin, daku ew rastî ji bo me hemiyan aşkere bibe, û êdî ew cûrên daxuyaniyan li ser zarê hindek berpirsên Îranê neyê belav kirin.
Di dawiya beyannameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye gotin ku:Em hêvîdarin ku berpirsên Komara Îslamî a Îranê weku çawa di hevdîtin û civînên fermî de niyetên xwe derbarê peywendiyên xwe yên bi hêz digel Herêma Kurdistan û tevaya Îraqê tekez dikin,pêwîste rêz li perensîpên girêdayî peywendiyên diplomasî jî bigrin û rêgiriyê li daxuyaniyên bê bingeh bigrin, ji ber ku dem hatiye ku Îran sînorekî ji bo van cûrên daxuyaniyên bê bingeh û ji rastiyan dûr bê danîn.
Hikumeta Herêma Kurdistanê
12.5.2012
