• Friday, 06 February 2026
logo

Asos Necîb: Karkirên Kerta Taybetî dê Heman Mafên Karmendên Kerta Giştî Hebin

Asos Necîb: Karkirên Kerta Taybetî dê Heman Mafên Karmendên Kerta Giştî Hebin
Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî ya hukûmeta herêma Kurdistanê ragihand, ku projeyek dihê amadekirin ku li gor wê karkirên kerta taybet jî heman mafên karkir û karmendên kerta giştî û hukûmî hebin û dê sûdê ji heman mafan werbigirin.

Bi mebesta bilindkirina asta tuwana û şîyanên xwandevanan û ji bo ku ji nêzîk ve sûdê ji her du qanûnên kar û xanenişînîyê û destberîya civakîya karkiran werbigirin, hejmereke xwandevanên qonaxa sûyem a kolêja qanûn a zanîngeha Silêmanîyê serdana wezareta kar û karûbarên civakî ya Kurdistanê kirin û ji alîyê wezîr ve bi germî hatin pêşwazîkirin.

Di kombûnekê de bi xwandevanan re, Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî basa her du qanûnên navhatî kir û ji xwandevanan re basa made û birgehên her du qanûnên kar, xanenişînî û desteberîya civakî kir.

Asos Necîb di bareya qanûna xanenişînî û desteberîya civakî de, ku niha ji alîyê parliyamenta Kurdistanê ve hemwarkirin bo dihê kirin, wezîra kar got: bo zêdetir xizmetkirina karkiran û desteber kirina mafên wan, em evê qanûnê bo karkiran hemwar dikin û li gor evê projeyê, dê karkirên kerta taybetî bi heman şêweyê karmendên kerta giştî sûdê ji ewan mafan bibinîn, ku karmendan hene.

Asos Necîb herwisa got, ku dê bi heman pîwana karmendên hukûmî jî, karkir û karmendên kerta taybetî bihên xanenişînkirin û hukûmeta herêmê jî rêjeya %30 têçûna sindoqa xanenişînîyê digire ser milên xwe wek alîkarîyekê bo ewan kesana ku di kerta taybetî de kar dikin.
Top