• Friday, 06 February 2026
logo

Hijmara kuştiyên pevçûna li taxên Kurdan (Heleb) gihişte 12 kesan

Hijmara kuştiyên pevçûna li taxên Kurdan (Heleb) gihişte 12 kesan
Li roja(9.5.2012) piştî demjmêrên nîvro komeke Erebên hevalê rejîmê êrîşî taxa Şêx Mahsût şerqî ya ku zêde Kurd lê dimînin kirin û Kurdan jî bersiva êrîşê dan.

Jêderekî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin ji Helebê ragihand, duhî êvarê malbata Ebû Feyad li taxa Şêx Mahsût gule berdana xelkê, di vê gulebaranê de jineke Kurd birîndar dibe, ciwanên bi ser Parastina Gel ve bersiva êrîşê didin û pevçûn germ dibe.

Heman jêder ku berî niha ragihandibû û ew bi xwe endamekî PYD'ê ye, da diyarkirin ku şer ji taxa Şêx Mahsût dirêjî taxa Eşrefiyê jî dibe. Pevçûn heta derengî şevê didome û di encam de 12 kes tên kuştin û herî kêm 50 kes birîndar dibe.

Her weha jêder got ku Kurdên bi navê; Ehmed Osman, Belat Ebdo û Ehmed Koçer jiyana xwe ji dest didin û jineke bi navê Emîne Diyab jî li dema pevçûnê jiyana xwe ji dest dide. Jêderî weha berdewam kir "8 ji Ereban jî hatine kuştin, nêzîkî 50 kes birîndar bûye û ji van 50 kesan zêdetirî 30 kesî ji erebên alîgirên rejîmê birîndarbûne û yên din Kurd in."

Hêjayî gotinê ye, Komîteyên Parastina Gel girêdayî PYD'ê ne.

Avestakurd
Top