Li Sûriyê komkujî: 55 kuştî û 372 kes birîndar!
Her du êrîşên întîharî li pey hev lê nêzîkî avahiya hêzên ewlekariyê li Kazazê li Şamê pêk hat. Li gor daxuyaniya Wezîrê Karê Hundir yê Sûriyê heta niha 55 kes mirine û 372 kes birîndar bûne. Her weha hate gotin bi sedan tirimbêlên xelkê şewitîne. Hêjayî gotinê ye, her du alî rejîm û muxalif hev tawanbar dikin.
Avestakurd
