• Friday, 06 February 2026
logo

Li Sûriyê komkujî: 55 kuştî û 372 kes birîndar!

Li Sûriyê komkujî: 55 kuştî û 372 kes birîndar!
–Duh (10/5/2012) li paytexta Sûriyê Şam di encama du êrîşên întîharî de ku bi rêya tirimbêlên barkîrî pêk hatibû, bi dehan kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn.

Her du êrîşên întîharî li pey hev lê nêzîkî avahiya hêzên ewlekariyê li Kazazê li Şamê pêk hat. Li gor daxuyaniya Wezîrê Karê Hundir yê Sûriyê heta niha 55 kes mirine û 372 kes birîndar bûne. Her weha hate gotin bi sedan tirimbêlên xelkê şewitîne. Hêjayî gotinê ye, her du alî rejîm û muxalif hev tawanbar dikin.

Avestakurd
Top