• Friday, 06 February 2026
logo

Malikî: Nakokiyên Bexda û Hewlêrê welêt diwestîne

Malikî: Nakokiyên Bexda û Hewlêrê welêt diwestîne
Serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî, diyar kir, nakokî digel Herêma Kurdistanê, dibe sedema westandina welêt û got, Iraq naxaza dujmintiya Tirkiyê yan her welatekî din ê cîran bike.

Nûrî Malikî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona NRT, ku navenda wê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ye, li bara rewşa têkiliyên navbera Bexda û Tirkiyê de got, em naxazin dujmintiya Tirkiye, Îran, Amerîka û Siûdiye yan her welatekî din ê cîran bikin.

Malikî, diyar kir, Tirkiye cîranê me ye û berjewendiyên hevbeş yên me heye û asta bazirganiya Iraq û Tirkiyê nêzîkî 13-15 milyar dolar e.

Serokwezîrê Iraqê, li bara arîşe û pirsên Iraqê de jî got, divê civîna niştimanî, ya ku serokomar Cela Talebanî daxaz kiribû, bê sazkirin û her tişt tê de bê gotûbêjkirin.

Nûrî Malikî, behsa nakokiyên Bexda û Hewlêrê jî kir û got, nakokiyên digel Herêma Kurdistanê, welêt diwestîne.

AKnews
Top