• Friday, 06 February 2026
logo

Îmad Ehmed: Kerkûk beşekî ji Kurdistanê veneqetandî ye

Îmad Ehmed: Kerkûk beşekî ji Kurdistanê veneqetandî ye
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed piştî kombûna li Kerkûkê di kongreyeke rojnamegerî de ragihand ku Kerkûk beşekî ji Kurdistanê ye û ew dê berdewam bin di xizmeta wî bajarî de.

Serdana Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêmê bo Kerkûkê ku 9 wezîr jî pê re hevrê bûn piştî serdana duhî ya Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî hat.

Cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed digel parêzgarê Kerkûkê û Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bêyî amadebûna bloka ereb kom bû û pêşhateyên dawî li parêzgehê gotûbêj kirin.

Îmad Ehmed di kongreya rojnamegerî de ji rojnamegeran re got, “Kerkûk beşekî ji Herêma Kurdistanê veneqetandî ye, rastî û dîrok û Madeya 140ê nasnameya Kerkûkê diyar dikin”

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkera kir ku serdana wan bo bajarê Kerkûkê peywendî bi serdana Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî re nîne û tekez kir ku navçeyên dabirî ji Herêma Kurdistanê beşekî danebirî ne ji Kurdistanê.”

AKnews
Top