Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya
Di destpêka vê civîna han de behsa aloziyên duhê yên ku, çend kesek di bin navê xwepîşandanan de êrîşî Parlemen û çend cîhên din kiribûn hate kirin û di vê derbarê de hat gotin ku, Hikûmeta Kurdistanê bi awayekî qanûnî li hember ev kesên ku, zererê didin malên girseyî tevdigere û ev kesên ku, di aloziyên duhê de destê wan hebûye pêwîste cezaya xwe ya qanûnî bibînin.
Di berdewamiya vê civîna han de meseleya rewşa tendirostî ya li Kurdistanê de hate nirxandin û di vê debarê de kêşeyên heyî yên di vê warî de hatin dabeş kirin û beşek ji wan kêşan yên ku, pêdeviya wan bi çareser kirina bilez heye û ewin ku, pêdeviya wan bi demê heye bo çareser kirinê û biryar jî hate dayîn ku, ji bo cîhbicîh kirina wan kêşeyan pêngavên pêwîst werin avêtin.
Di warê perwerdehî de jî bi heman awayî giftûgoyeke berfire hate kirin û çendîn biryarên girîng jî ji bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di warê perwerdehî de hatin stendin.
Di dawiya vê civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji tevahiya Wezaretên Kabîneya nû kir daku, desthilatên zêdetir bidin bi Parêzgehan daku, bikaribin hem di warê çareser kirina kêşeyan de û him jî di warê xizmet kirinê de roleke girîng bilîzin.
