Cîgirê Serokwezîrê Bulgariyayê Serdana Serok Barzanî Kir
Di hevdîtineke de Serokê Kurdistanê hevdem li gel vê yekê ku, behsa peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan û girîngiya peyvendiyên han kir, bal jî kêşande ser xwesteka Kurdistanê bo bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han û got; Kurdistanê çi niha û çê jî di paşerojê de gelek girîngî dide peyvendiyên xwe yên bi Bulgariyayê re lewre dixwaze di her warî de peyvendiyên han bihêztir bike.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Cîgirê Serokwezîrê Bulgariyayê jî armanca serdana xwe bo Kurdistanê ji Serok Barzanî re rave kir û ragihand ku, armanc ji vê serdana han afrandina derfeteke baş û goncawe bo bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her du welatan de.
Nav hatî di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa girîngiya serdana Serok Barzanî bo Bulgariyayê jî kir û ragihand ku, ev serdana han serdaneke gelek girîng û Dîrokî bû û bû sedema vekirina deriyên girîng bo kompanî û Bazirganên Bulgarî.
Nav hatî di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa çend waran jî kir ku, Bulgariya dikarê hevkariya Kurdistanê bike û got; Bulgariya dikarê di warê pergala bankdarî û dezgehên navnetewî, vekirina şaxekî vê banka han li Hewlêrê û çendîn warên di weke çandin û pergaleke pêşkeftî ya avdayînê de hevkariya Kurdistanê bike.
Nav hatî di dawiya axaftinên xwe de jî pesnên rewş û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de jî da û jiber pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de jî destxweşiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir.
