Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Bi Civata Dadweriya Kurdistanê Re Civiya
Di vê civîna han de Dadwer û endamên civata dadweriya Kurdistanê rewşa Dadwerî û kêşeyên ku, li berdem vê pîşeya han derdikevin şîrove kirin û Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê jî ev yek diyar kir ku, pêwîste li Kurdistanê de qanûn serwer be û serbixweyiya Dadgehan were parastin.
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, serbixweyiya Dadgehan û serweriya qanûn û nehêştina destwerdanî kirin di nava karûbarên Dadwerî û Dadgehan de armanceke sereke û girîng ya Hikûmeta Kurdistanê ye lewre çê bo cîhbicîh kirina vê armanca han pêwîst be vê Hikûmeta Kurdistanê cîhbicîh bike jiber ku, serweriya qanûn û serbixweyiya Dadgehan pîwereke sereke ya serkeftina ezmûna Kurdistanê ye.
