• Friday, 06 February 2026
logo

İnterpolê Bona Haşimî Biryara Girtinê Derxist

İnterpolê Bona Haşimî Biryara Girtinê Derxist
Rêxistina polîsan a navnetewî interpolê, ji bo Alîkarê Serokkomarê İraqê Tarik Haşîmî bê girtin, bultena sor weşand.

Di malpera İnterpolê de hate diyarkirin ku, li ser daxwaza rayedarên İraqî, bi îdiaya ku Haşîmî alîkarî û piştgiriyê dide rêxistinên terorê, ji bo girtina wî bultena sor hatiye weşandin.

Li gor vê bûltena sor, ger Taril el Haşîmî li 190 welatên ku endamên înterpolê ne were dîtin, lazime ku were girtin.

Ev bultena sor, dê astengiyek mezin derxîne pêş gerên navnetewî yên Haşîmî.

Xeberenkurdi
Top