"5 gerîla li Bîtlîsê hatine kuştin!"
Waliyê Bîtlîsê der barê 5 gerîla de daxuyaniyek da û got "2 jê jin bi giştî 5 gerîla hatine kuştin." Hêjayî gotinê ye, li naveçeya Tetwanê ya bajarê Bîtlîsê pevçûn di navbera gerîlayên HPG'ê û artêşa Tirk de derdikeve.
Walî îdîakir ku di pevçûnê de '5 gerîla hatine kuştin', lê der barê pevçûnê de heta niha ji aliyê HPG'ê ve ti daxuyanî nehatine dayîn û hat zanîn operasyon li deverê berdewam dike.
Avestakurd
