• Friday, 06 February 2026
logo

Civîna Kerkûkê bêyî wezîrên kurd dest pê kir

Civîna Kerkûkê bêyî wezîrên kurd dest pê kir
Civîna civata wezîrên Iraqê li Kerkûkê dest pê kir û Mihemed Cibûrî jî dibêje, emê ligel Malikî bicivin. Wezîrên kurd jî civîn boykot kirin.

Endamê lîsta komcivîna komara Iraqê Mihemed Xelîl Cibûrî ji Rûdawê re got: “Civîna civata wezîrên Iraqê ya li Kerkûkê dest pê kir. Em li bendê ne piştî civîn qediya, li gor bernameya kar a serokwezîr Nûrî Malikî ligel rêveberiya parêzgeha Kerkûkê bicive.”

Mihemed Cibûrî li civata parêzgeha Kerkûkê nûnerê pêkhateya Ereb dike û bal kişand ser wê yekê ku li bendê ne wekî pêkhateyekî Erebî ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bicivin. Lê heta niha civîn nehatiye sazkirin, ji ber Malikî di civînekî din de ye.

Wezîrên kurd civîna li Kerkûkê ya wezîrê Iraqê boykot kirin. Şêwirmendê ragihandina serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî Elî Mûsewî di dema civîna wezîrên Iraqê de ji rojnamevanan re got: “Wezîrên kurd civîna civata wezîrên Iraqê boykot kirin.” Mûsewî derbarê sedemê boykotkirinê de jî got: “Ji wan bi pirsin.”

Rudaw
Top