Wezîrê Xwandina Bilind û Nûnera H.H.Kurdistanê li Firansa civîyan
Wezîrê xwandina bilind û lêkolînên zanistî Dr. Elî Seîd û nûnera hukûmeta herêma Kurdistanê ya li Fransayê Xeman Zira di dîdarekê de, di bareya çawanîya xurtkirina peywendîyên navbera wezareta xwandina bilind û lêkolînên zanistî û nûneratîya hukûmeta herêma Kurdistanê ya li Fransayê de, bi hev re guftûgo kirin.
Di evê kombûnê de, basa darijtina mekanîzmeke guncayî bo çawanîya serpireştîkirin û agahdarbûn ji ewan xwandevanan hate kirin, ewên ku di çarçêweya bernameya tuwanasazî de berê xwe didin zanîngehên Fransayê. Di evê bareyê jî de, Dr. Seîd Elî got:´´ nûneratîyên hukûmeta herêmê yên li derve beşeke girîng a bernameya tuwanasazîyê ne û ji serpireştîkirin û rênimayîkirina kandîdên evê bernameyê jî bepirsin.´´
JI alîyê xwe ve, nûnera hukûmeta herêma Kurdistanê ya li Fransayê Xeman Zirar tekezî li ser amadeyîya tewaw a nûneratîya herêmê ya li Fransayê bo alîkarîya wezareta xwandina bilind û lêkolînên zanistî kir û hêvî xwast, ku her du alî bikaribin zêdetirîn hêsankarî bo xwandevanan bikin da ku bikaribin bi serkevtî li zanîngehên pêşkevtîyên Fransayê xwandina xwe tewaw bikin.
