• Friday, 06 February 2026
logo

Balyoz Pakistan li Iraqê : bizav dikîn di demekî nêz de kunislgerî ya weltê xwe li Herêm vebikîn

Balyoz Pakistan li Iraqê : bizav dikîn di demekî nêz de kunislgerî ya weltê xwe li Herêm vebikîn
Di dîdarekê de di nêvbera Felah Mistefa berpirsê peywendî dîyên derve yên H.H.Kurdistanê û Şah Mihemed Cemal balyozê Pakistanê li Iraqê , basê xûrt kirina peywendî yên navbera herdu alî ya kir.

Berpirsê peywendî ya şabuna xwe li hember serdan balyozê Pakistanê jibo Herêmê dîyar kir û hîvî xwestin ev serdan destpêkek be jibuna xûrtbuna peywendî dinvbera herêma kurdistanê û Paksitanê de û welatê Pakistan jî bikaribe di pirosêsa avedanikirina kurdistanê de rol hebe.

Birêz Şah Mihemed Cemal balyozê Pakistanê li Iraqê got: em hest bi cudahî yek pir mezin dikîn dinêvbera herêma kurdistanê û beşên navîn û jêr ji Iraqê û hîvîdarim tev navçeyên Iraqê mifa ji serbora pêşketî ya herêmê werbigirin.

Ji alî yê hember Felah Mistefa basê sîyasta valakirina dergehê kurdistanê li hemberî Civaka nêvdewletî kir û got: berî 5 sala nuneratî li herêmê tûnebûn,lê niha 24 nunertî yên welatên bîyanî li herêma kurdistanê hene û hejmara wa ber bi zêdebunê dice û hîvîdarîn Pakistanî jî di demekî nêz de nuneratî xwe li H.kurdistanê ve bike.

Li dawî yî jî balyozê Pakistanê li Iraqê sipasî ya fermengeha peywendî yên derveya H.H.K kir û got: bizava dikîn di demekî nêz de kunsilgerî welatê xwe li H.K ê vebikîn.
Top