Yekemîn car şandeke "ENKS" li Washingtonê ye
Seredana ENKS bi vexwendineke fermî ji wezareta derve ya welatê Amerîka ji bo pêkanîna gelek hevdîtinan di navbera perpirsiyarên Amerîka û ENKS de ye, û wê hefteyekê dirêj bike.
Wê şanda ENKS di seredana xwe de bi wezîra derve ya welatê Amerîka " Hillary Clinton" re hevdîtinekê pêkwîne.
Pêşeroja welatê Sûriyê û mafên miletê kurd wê ji mijarên sereke yên ku wê di navbera USA û ENKS de geftûgo bibin.
Şanda ENKS ji bo seredana Amerîka ji van kesayetiyan pê tê:
1- Dr. Ebdilhekîm Beşar
2- Dr. Seidedîn Mele
3- Dr. Welîd Şêxo
4- Dr. Kamîran Hec Ebdo
Avestakurd
