• Friday, 06 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî Pêşwaziya Heyeteke Xwendekar Û Mamosteyên Zanîngeha Ezmer Ya Silimanî Kir

Mesrûr Barzanî Pêşwaziya Heyeteke Xwendekar Û Mamosteyên Zanîngeha Ezmer Ya Silimanî Kir
Îro birêz Mesrûr Barzanî li Selahedînê pêşwaziya heyetek ji Xwendekar û Mamosteyên Zanîngeha Ezmer ya Silimanî kir.

Di destpêka hevdîtinekî de birêz Mesrûr Barzanî hevdem ligel bixêr hatin kirina heyeta Xwendekar û Mamosteyan piştgîriya xwe jî bo tevahiya Mamoste û Xwendekaran bi giştî û bi taybetî bo ev Xwendekarên behremend yên vê Devreya han diyar kir.

Piştî nirxandina rewşa Deverê bi giştî û ya Îraq û Kurdistanê jî bi taybetî, birêz Mesrûr Barzanî behsa Dîroka pirşêngdar ya Bajarê Silimanî û rola vê Bajara han di warê pêşde birina çanda Rewşenbîriya Gelê me de kir.

Herwiha hevdem ligel bilind nirxandina rola Bajarê Silimanî weke peytexta Rewşenbîrî û çandî ya Kurdistanê hêvî jî xwest ku, ev hêz û karînên ramanî yên ku, Bajarê han bi wan re hatiye nasîn bibin fakterek bo zêdetir xizmet kirina vê Bajarê han û pêşde birina warê zanistî li Kurdistanê de û bi hêviya vê yekê ku, ev hêz û karînên meirêfî jî bibin jêrxaneke bihêz ya ji bo bi dest anîna daxwazên Gelê me û dabîn kirina jiyaneke baştir û paşerojeke misogertir bo Kurdistanê.

Di derbarê rola zanist de jî birêz Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, niha di pêvajoya heyî de Gelê me hîn zêdetir ji her demekî pêdeviya xwe bi hêza raman û fikir û karînên zanistî yên nibişên nû heye.

Nav hatî diyar kir ku, spas bo xwedê mezin niha jî di bin siya aramî û ewlekariya heyî ya li Kurdistanê de asankarî û derfeteke gelek baş bo nibşên nû hatiye amadekirin daku, nibşên nû warê zanist û xwendinê hîn baştir bipêş ve bibin û hînên perwerdeyeke medenî û zanist bibin.

Birêz Mesrûr Barzanî ev yek jî xiste bîra heyeta Xwendekaran ku, dibe bi riheke nîştimanperwer û mirovdostane û welatparêzane ve berhemên hizr û pêşkeftin û berhemên zanistî yên xwe bixin xizmeta welat û Gelê xwe.

Di dirêjahiya vê hevdîtina han de jî behsa rola rastîn ya dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê hate kirin û ev nêrînên şaş û çewit jî ku, di derbarê ev dezgehên han de hatine bipêşxistin hatin şîrovekirin û hate gotin ku, ev nêrînên han yên Neyarên Gelê Kurd û Kurdistanê ne û ev kesên xwedan wan nêrînên han jî dixwazin rewşa baş ya Kurdistanê ya ku, ji bo her kesî diyar û berçave aloz û naaram bidin xuyandin.

Di vê derbarê de birêz Mesrûr Barzanî tekez li ser hişyar kirina tevahiya çînên civakê bi taybetî çîna ciwan û Xwendekaran kir û ragihand ku, pêwîste ev çînên han gelek hişyar bin wêneya rastîn ya dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê biparêzin û hewl bo nasandina vê wêneya rastîn û kar û xebatên bêdawî yên endamên wan dezgehan biparêzin daku, rewşa aram ya Kurdistanê hîn baştir û aramtir bibe.

Piştî bi dawî hatina gotinên birêz Mesrûr Barzanî Xwendekar û Mamosteyên mêwan jî nêrîn, daxwaz û gazind û fikarên xwe pêşkêş kirin û piştî guhdarî kirina gotinên mêwanan jî birêz Mesrûr Barzanî soza hevkarî û cîhbicîh kirina daxwazên wan da û diyar kir ku, bo cîhbicîh kirina daxwazên we ezê li gorî desthilat û hêza xwe hewl bidim û ev kêşeyên din jî yên ku, girêdayî bi dezgehên curbicurin vê emê lêkolîn di derbarê wan de bikin û hewl bo çareser kirina wan bidin.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, Xwendekar bi giştî û Xwendekarên behremend samaneke girîng ya Netewîne lewre bi ti awayî ji piştgîrî kirina wan gav paş ve navêje.

Di dawiya vê hevdîtina han de heyeta Mamoste û Xwendekarên Zanîngeha Ezmer jî spasiyên xwe pêşkêşî birêz Mesrûr Barzanî kirin û soz xizmet kirineke baş ji Gel û nîştiman re dan.

Di dawiya vê hevdîtinê de jî birêz Mesrûr Barzanî weke rêz girtinek ji erk û xebatên Mamoste û Xwendekaran xelatên xwenî taybetî li ser wan dabeş kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Kurdistantv
Top