• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Barzanî: Em Bi Ti Awayî Bêrêzî Li Hember Xwedê Qebul Nakin

Serok Barzanî: Em Bi Ti Awayî Bêrêzî Li Hember Xwedê Qebul Nakin
Çavkaniyek ji Partiya demokrata Kurdistanê di daxuyaniyeke taybetî de ji Malpressê re ragihand ku, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî diyar kiriye ku, em li Kurdistanê de bi ti awayî û bi ti hincetek bêrêzî kirin bi Xwedê, ola îsalm û tevahiya olên din qebûl nakin.

Çavkaniya han eşkere kir ku, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî çendîn car tekez li ser vê yekê kiriye ku, em qebûl nakin û nabe di bin siya azadiya heyî li Kurdistanê de bi rêya nivîsên curbicur anjî bi rêya diyar kirina nêrînên xwe yên takekesî ti kesek hasten xelkên Misilman birîndar bike.

Kurdistantv
Top