• Friday, 06 February 2026
logo

Li Sûriyê dengdanê bêyî kurdan dest pê kir

Li Sûriyê dengdanê bêyî kurdan dest pê kir
Li Sûriyê piştî salên dûr û dirêj, hilbijartinên ku tên îdiakirin yên demokratîk in dest pê kirin. Gel diçe ser sindoqan û dengê xwe bikartênin. Partiyên kurdan jî biryar girtine ku beşdarî hilbijartinan nebin.

Li Sûriyê dengdanê saet 07.00an dest pê kir. Ji bo parlamentoya xwediyê 250 kursiyan, 7 hezar û 195 namzet ketine pêşbirkê.

Piştî ku serokê Sûriyê Beşar Esed soza reforman dayî, ji 9 partiyên ku berî nihata hatina avakirin, 7 partî beşdar dibin.

Partiyên Kurd ên rojavayê Kurdistanê jî berî niha diyar kirin ku wê beşdarî van hilbijartinan nebin. Rêveberên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji Rûdawê re diyar kiribûn ku beşdarî hilbijartinê nabin.

Li 12 hezar navendên dengdanê, wê dengdan heta saet 22.00an li gor saeta Sûriyê berdewam bike.

Rudaw
Top