• Friday, 06 February 2026
logo

Îro bûdceya Herêma Kurdistanê diçe Parlamentoyê

Îro bûdceya Herêma Kurdistanê diçe Parlamentoyê
Bûdceya Herêma Kurdistanê ya sala 2012 hat pesend kirin û îro, bo Parlamentoya Kurdistanê tê şandin.

Sekreteriya encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê dibêje ku, piştî bi dûvdeçûneke hûr, duhî, bûdceya Herêma Kurdistanê ya sala 2012 hat pesend kirin û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat îmze kirin:

Herwiha aşkera kir ku bûdceya 2012 îro, bo Parlamentoya Kurdistanê tê şandin.

Bûdceya Herêma Kurdistanê ya bo sala 2012 ku dê îro were rêkirin bo parlamentoya Kurdistanê, 15 trilyon û 245 milyon û 797 dînar e û bi sedema derengmayîna pesendkirina bûdceya Iraqê û dûvdeçûnê, li dema diyarkirî ku were şandina parlamentoyê dereng ket.

Duhî, piştî pesendkirinê ji aliyê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat îmze kirin û sibe digihêje parlamentoya Kurdistanê.

AKnews
Top