Serok Barzanî û Serok Mam Celal li Hewlêrê civiyan
Li vê civînê de ku Dr Berhem Ehmed Saleh Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK amade bû, her du Serok Barzanî û Serok Talebanî, di derbarê çendîn meseleyên pêwîst bi pêvajoya niha ya Iraqê li ber ronahiya pêhatên dawî û rudawên siyasî guftûgo kirin, bi taybetî ev qeyrana ku li navbera her du asta Iraqî – Iraqî û Herêma Kurdistanê – Hikûmeta Federal de heye.
Li vî derbarî de her du Serok dîtin û nêrînên xwe de yek bûn ku hemû kêşe û girift divê li rêya diyalog û guftûgoyên eşkereyê birayane û binyatner li çarçêweya peymanan bi taybetî peymana Hewlêr û madde û birgehên destur û hevsengiyê da bêne yekalî kirin. Her wiha berev çareseriyeke bingehîn û ji holê rakirina wan hemû kêşe û astengiyan ku dirûst dibin.
Li vê civînê de her du alî dupat li ser bi lezgînî çareserkirina kêşeyan û danîna bername û projeyekî hevbeşa nîştimanî û demokrasiyê kirin ku bi armanca temamkirina pêvajoya siyasî û demokrasiya li binyatnana dewleta qanun û xizmetguzariya li Iraqê da hemû alî li ser razî bibin û rêkbikevin.
Di derbarê Herêma Kurdistanê jî Serok Mam Celal û Serok Barzanî tekez li wê yekê kirin ku ji bo berqerarbuna aramiya Herêmê û parastina destkeftan û pêkanîna wan armanc û daxwazên gelê me pêwîste aramiya Herêmê her bi parastî bimîne û dirêjiyê bi karê hevbeşa di navbera aliyan de bide ku heta niha pêknehatine û li desturê da hatine selmandin yek ji wan jî vegerana navçeyên veqetandîne.
Eve jî dupatkir ku kûrkirina hevpeymaniya stratejiya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li berjewendiya hemu aliyek daye û asayîş û aştiya li Herêma Kurdistanê zêdetir xurt kiriye rengdaneke wê li seranserê Iraqê de heye. Her wiha piştevaniyê li pêgeh û giraniya Kurd ya li Bexda jî dike.
