• Friday, 06 February 2026
logo

Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya

Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya
Îro bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê vî Îmad Ehmed civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê siyemîn civîna xwe ya normal saz kir.

Di destpêka civîna îro de wenêrînek li ser biryarên civîna piştir hate kirin û hate diyar kirin ku, her dû wezaretên darayî û navxwe vê di dema diyar kirî de bibin yek û tevahiya dezgehên girêdayî bi wan jî di dema diyarkirî de dibin yek.

Di beşeke din ya vê civîna han de meseleya anîna dermanan jî bo Kurdistanê hate nîqaşkirin û di vê derbarê de Wezîrê Tendirostî yê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, vê di demeke nêz de çend kompaniyên Biyanî yên pspor di warê kontrol kirina kwalîtiya dermanan de li Kurdistanê de dest bi kar dikin û karê kontrol kirina cur û çawetiya dermanan dixin stuya xwe.

Di derbdewamiya vê hevdîtina han de behsa meseleya damezrandina karmendan jî hate nirxandin û biryar hate dayîn ku, dibe meseleya damezrandinê şefaf û dûr ji destwerdanî be.

Di berdewamiya nîqaş û giftûgoyên vê civîna han de jî biryar hate dayîn daku, di warê bûdce û îdareyan de di çarçoweya Sînurê Germiyanê de weke îdareyeke serbixwe li gel Devera Germiyanê nêzîkatî were kirin.

Di dirêjahiya vê civîna han de çendîn babetên din yên weke meseleya Govara Çirpe û kêşe û kemaniyên Deriyên Sînur yên Kurdistanê jî hatin nîqaşkirin û biryarên pêwîst jî di vê warê de hatine stendin.Kurdistantv
Top