• Friday, 06 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî yê li sekretêrê giçtî yê Yekgirtuya Îslamî Li Kurdistanê dike

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî yê li sekretêrê giçtî yê Yekgirtuya Îslamî Li Kurdistanê dike
Îro yek şem 6 ê gulanê 2012, birêz Nêçîrvan Barzanî serokê H.H.Kurdistanê , di peywendîyekî telefonî de , bi helketina helbijartina wî wek sekretêrê giştî yê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê, pîrozbahî li birêz Mihemed Ferec sekretêrê giştî yê Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Di peywendî ya telefonî de serokê H.H.Kurdistanê hîvîya serketinê jibo xwest , herweha pîrozbahî û şabuna xwe jî jibo pirosa helbijartin û serketina Kongira 6 ya Yekgirtuya Îslamî ya kurdistanê bi sekertêrê giştî û tev endam û alîgirên wê partî yê ragihandin.

Serokê Hikumetê û sekretêrê giştî yê Yekgirtuya Îslamî hîvî xwestin ku bi hevkarî û hemahengî ya berdewam ya Hikumet û alî yên sîyasî, pirosa sîyasî li herêma kurdistanê ji gavên xwe yên beref pêşda berdewam be û tev alî jî erk û berpirsarya xwe bicî bikin.
Top