• Friday, 06 February 2026
logo

Yekemîn Korbenda Bazirganîya Herêma Kurdistanê û welatê Romanîya li Hewlêrê birêveçu

Yekemîn Korbenda Bazirganîya Herêma Kurdistanê û welatê Romanîya li Hewlêrê birêveçu
Îro bi amadebuna birêz Felah Mistefa berprirsê peywendî yên derveyê H.H.Kurdistanê û Yakûp Pirada balyozê Romanîya li Iraqê û Tahir Ebdulah cêgirê parêzgerê Hwelêrê û Dara Celîl Xeyat serokê Odeya Bazirganî û pîşesazî ya Hewlêr û Robert Roslîsko şêwermendê aburî li balyozxaneya Romanî ya û Bêrt Pîter Serokê şanda bazirganî û veberhênarên Romanî ya jibo kurdistanê û serokê yeketî ya Qûntirçî yên kurdistanê û nunerên herdu wezaretên Şaredarî û Avedankirna Herêma kurdistanê . yekemîn Korbenda Bazirganî ya (Herêma Kurdistanê û Romanî ya) bi amadebuna nunerên nêz 20 kompanî yên Romanî û hejmarek ji kompanîyên kurdistanê birêveçu.

Li destpêkê Dara Celîl Xeyat serokê Odeya Bazirganî bi xêrhatina bazirganên Romanî kir û amajê bi dîroka peywendî yên navbera herdu alî ya da û ragihand : em dixazîn peywendî yên xwe digel we xûrt tir bikîn û bi rêya şeherzayî we em mifa ji gelek warên pêşketî yên Romanî ya werbigirîn.

Hewrha got: hun di Karin wê fersenda li herêma kurdistanê heye werbigirin û em jî wê hemu dergehên xwe wek Odeya Bazirganî jibo we vala bikîn û tev hevkarî ya jî pêş kêş dikîn.

Di piştre Felah Mistefa di peyvekê de ragihand: ev serdana we jibo me pir giringe û di wê kivana sîyaseta H.H.K,daye û hîvîdarîn di vê serdana xwe de ya jibo Hewlêr û Silêmanî û Dukok peywendî yên baş hun avabikin.

Herwisa pêdaçu û got: herêma kurdistanê rewşekî pir aram heye û dergeh valane jibo veberhênera û derfetên karî pir başî jî di tev waran de hene, jiber wê yekê hun dikarin vê fersendê jixwe re û xelkê kurdiatnê re bi mifa wergirin.
Her di korbendê de birêz Tahir Ebdulah li ser nave parêzgerê Hewlêrê axivî û got: di dema du salên derbasbuyî de bizavekî herdualî hebuye û niha du kompanî yên Romanî bi bihayê 100 Milyon Dolara pirojektên avedanî yê li Hewlêrê cibî ciî dikin û hîvî darîn di dahatî de bêtir beşdar bin.

Paşan birêz Yakop Pirada balyozê Romanî ya li Iraqê got: şabuyn jiber wê pêşwazî ya gerima berpirsên H.H.K ji me kirî, bi vê serdanê me karî binaxeyekî baş jibo peywendî yên navbera Herêma kurditanê û Romanîya avabikîn, me dive di dahatî de yadaşta lihev têgihiştinê di nêvbera her sê bajarên kurdistanê û sê bajarên romanîya îmza bikîn.

Didufre Pêrt Pîter ragihand: Romanîya weltekî pêşketî ye lê mina kurdistanê gelek derdeserî dîtine û eva niha em encamp didîn jibo berjewendî ya herdu alî ya ye û hîvîdikîn peywendî yên me bêtir xûrt bibin.

Li dawî yê birêz Sero Dizeyî got: niha Kurdistan di tev waran de dergeheke jibo Iraqê û aramî û tenahîya kurdistanê karekî pir giringe û tev alîkarî û pêzanînên pêwîst bi we didîn.
Top