• Friday, 06 February 2026
logo

Demîrtaş ji Erdogan re: "Ew bi xwe jî nizane mertalên zindî çi ye!"

Demîrtaş ji Erdogan re:
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş bersiva Serokwezîrê Tirkiyê Erodgan da ku li bajarê Edana di Kongreya partiya xwe de Erdogan gotibû

"Çima li pêşiya leşker û polîsan dibin mertalên zindî, li pêşiya terorîstan nabin." Demîrtaş jî di axivitina xwe ya di Kongreya Bûrsayê ya BDP'ê de bersiva Erdogan da. Demîrtaş got "Ger bi xwe jî van çalakiyên mertalên zindî kêm dibîne bila kerem bike beşdar bibe û bila bêje; hev du nekujin, ez dibim mertalê zindî"

Demîrtaş her weha di berdewamiya axivitina xwe ji bo Erdogan got ku ew bi xwe jî nizane ka mertalên zindî çi ye. Demîrtaş got " Ew bi xwe jî nizane ka meralên zindî çi ye.

Mertalên zindî ji bo her du alî ji hev nekujin, bedana xwe dixin navbera wan û dibin mertalên zindî. Ji ber wê jî canê leşkeran, polîsan û PKK'yiyan bi nirx dibînin û dibêjin; hev du nekujin." Demîrtaş got jî ku Erdogan bi xwe jî ev fêm nekiriye, jixwe wijdana wî tune ku vê yekê fêm bike.

Avestakurd
Top