Li bakurê Helebê ji ber bombebaranê xortekî kurd hate kuştin
Welatiyek ji daniştiyên bakurê Helebê ji Midyanews re ragihand ku roja çarşema borî ji sedema bombebarana hêzên artêşa Sûriyê ji gundê Kiêbî re xortekî kurd canê xwe ji dest da.
Çavkaniyê aşkera kir ku xortê kurd bi navê Basim Ehmed e û ji xelkê gundê Qeirkelbîn yê bi ser şaregundê el-Raî de ye, ku beşek ji xelkê wê kurd in.
Her wiha çavkaniyê diyar kir ku Basim Ehmed dema bi otomobîla xwe berê xwe dabû gundê Kiêbî ji bo alîkariyê ji xelkê gund re pêşkêş bike, rastî bombebarana hêzên rejîmê hatibû û canê xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinê ye, ku jimareyeke berçav ji kurdan li navçeya navbera bajaroka Ezazê û Babê de niştecî dibe, ew li ser 38 gundan belav bûne.
AKnews
