Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya beşdarvanên Yekemîn Kongreya (Girdbûnewey Erebî Bo Serxistinî Dozî Kurd) kir
Amadevanan ji bo pêkanîna wê keş û hewaya ku kongre têda birêveçû spasî Serok Barzanî kirin û ragihandin ku kongre bi serkeftî karên xwe bi dawî anî û gihîşte wê baweriyê ku pêwîste girdbûn ji bo pêkanîna armancên xwe yên kevin û bergirîkirina li mafê qurbaniyên wan karesatan ku li ser gelê Kurd hatibûn bi hemû awayeke piştgiriya gelê Kurd bike. Her wiha piştgîriyeke tevahî li diyarkirina mafê çarenûs û çareserkirina kêşeyên niha ya di navbera Herêm û Bexda bi pişt bestina bi destûr û bikaranîna zimanê diyalog li çareserkirina wan kêşeyan dûrî li zimanê êrîş û bikaranîna hêz û daxwaz ji Bexda kirin ku gelek bi nermî ve temaşa daxwazên rewaya gelê Kurd bike.
Her wiha amadevanan daxwaz ji Herêmê kirin ku gotara siyasiya Kurd bi awayeke nû pêwîste bigihe hemû mîlletên Ereb, ji ber ku bi dirêjahiya dîrokê bi awayeke şaş li Kurd têgihiştine û amadehiya tevgerên demokratîk jî li piştgîrîkirina mafên Kurd de derbirîn û pêwîstiya palpiştîkirina wê tevgerê ji aliyê Kurd ve bo ku ew tevger bi erkê xwe yê dîrokî li parêzgarîkirina demokratiyet hilbestê ji ber ku tenê li rewşeke demokratîk da Kurd û gelên dinê Iraqê dikarin bigihin armanca xwe.
Sebaret bi rewşa Herêmê jî amadevanan sersamiya xwe beramber vê rewşê derbirî û hêvî xwestin ku navçeyên dinê Iraqê jî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.
Li beramber da Serok Barzanî spasî wan helwestên wan kir û pîrozbahiya xwe jî pêşkêşî wan bîrmend û ronakbîrên Ereban kir ku ji bo Sekreteriya Giştiya Girdbûnê hatine hilbijartin û xweşhaliya xwe jî bi beşdarbûna wan hejmara bîrmend û ronakbîrên Ereban derbirî ku ji çend welatekî Erebî hatibûn û amadehiya Herêmê jî li pêşkêşkirina her kar hêsaniyek nîşanda ku girdbûn bikarê armancên xwe pêkbîne û tekez jî li wê yekê kir ku, dûrî li şoveniyet û dîktatoriyetê tenê bi demokratiyetê civakeke dirust dikare bihête binyadnan.
